Bertekên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê zêde dibin.
Parlamenterê PDK’ê Rêving Hirurî ragihand ku dewleta Tirk darên Herêma Behdînanê dibire û dişîne Tirkiyê.
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe ên li ser başûrê Kurdistanê xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.
Parlamenterê PDK’ê Reving Hirurî ragihand ku dewleta Tirk darên herêmên ku dagirkirine, dibirin û dişînin Tirkiyê.
Reving Hirurî ku li ser mijarê ji ragihandina PDK’ê re axivî wiha got,
”Dewleta Tirk dest bi şewitandin û birîna daristanên Herêma Behdînanê kiriye”.
Pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê” hat ragihandin
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan li Qendîlê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ da destpêkirin.
Ciwanan teqez kir ku ew ê mil bidin milê gerîlayên Kurdistanê û dijî dijmin şer bikin.
Her wiha banga tevlibûna pêngavê li hemû ciwanan kir.
Bêdengiya aliyên siyasî hat rexne kirin
Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Telet Tahir jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze nasnameya Kurdan tine bike.
Her wiha Telet Tahir bêdengiya aliyên siyasî ya li beramberî dagirkeriyê jî rexne kir û got,
“Hinek aliyên Kurdî dema ku bombeyek dikeve li Xazzeyê helwest nîşan didin, lê li beramberî dagirkeriya li ser welatê xwe bêdeng dimînin.”