Ebru Gunay: Tevahî dewlet di dijminahiya Kurdan de dibin yek

Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay derbarê rewşa bi aloz ya li Tirkiyê de diyar kir çete û mafya şirikê desthilata Erdogan in.
Ebrû Gunay diyar kir îro darbe bi destê desthilata Erdogan pêş dikeve û got, “Birêz Ocalan berê gotibû eger çareseriya demokratîk pêş bikeve dê rê li pêş darbeyê û kaosê bê girtin.”

Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay, li Navenda Gişti ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebru derbarê geşedanên di rojevê de û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Ebru Gunay bal kişand ser rewşa îro tê jiyîn û ev tişt got:

Em di sala 2021’an de bi heman tabloyê re rû bi rû ne.

Dîsa hiqûq û demokrasî tune ye û êrîşên li dijî siyaseta demokratîk didomin.

Ji bo ku Tirkiye ji vê hişmendiya darbeyan rizgar bibe, divê demokrasî pêş bikeve.

Ebru da zanîn ku êdî tu kes nikare ser van çete û mafya bigire û wiha anî ziman:

Piştî qatîl û çete ji girtîgehan derketin, rewşa çeteyan derket asta herî jor.

Ev dîmen û vîdeoyên ku rastiya qirêjiya wan derdixe holê, ji sedî ne 1 perçeyê rastiyê ye.

Ebru Gunay: Divê em bi hev re têkoşîna hevpar a siyaseta demokratîk pêş bixin

Ebru diyar kir ku ev pergala mafyayê ji bo ser sûc û qirêjiya xwe bigire êrîş dike û wiha dewam kir:

Divê em vê rastiya mafya bibînin û bi hev re têkoşîna hevpar a siyaseda demokratîk pêş bixin.

Ev pergala mafya ji bo me îtîfaqa çete û mafya ye.

Ebru Gunay: Têkoşîna li dijî tecrîdê erka têkoşîna demokratîk e

Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay di dawiyê de dibêje:

Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan, malbata wî û girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe bang dikin.

Têkoşina li dijî tecrîdê erk û peyvira têkoşîna demokratîk e.

Back to top button