Sûad Hiso: Ji 35 hezar Ezidî 3 hezar li Efrînê mane

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso derbarê siyaseta guhertina demografîk a li dijî Kurdên Êzidî yên li Efrînê diyar kir ku bi piştgiriya hêzên ku destwerdanê li Sûriyê dikin kiryarên mîna guhertina demografîk li dijî Kurdên Êzidî tê kirin.
Sûad Hiso eşkere kir ku ji ber siyaseta guhertina demografiyê ji 35 hezar Êzidiyan 3 hezar li Efrînê mane.

20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi rêya operasyoneke leşkerî êrîşên hewayî û bejahî li ser Herêma Efrînê da destpêkirin.

Piştî têkoşîna gel a 58 rojan Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin.

Bi dagirkirina Efrînê re dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe siyaseta guhertina demografîk da meşandin.

Li Efrînê 366 gund hene ji wan 22 gundên Êzidiyan in.

Di van gundan de gelek şûnwar û pîrozgehên dîrokî hene lê bi dagirkeriyê re gelek pîrozgeh hatin rûxandin û şûnwar jî hatin dizîn.

Li kêleka wê Kurdên Êzidî rastî kirinên gelek bi êş û tund tên.

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso nirxandin kir.

Sûad da zanîn ku siyaseta guhartina demografîk tê weteya tunekirina nasnemeya gelekî.

Sûad Hiso: Siyaseta guhertina demografîk li tevahî Efrînê pêk tê

Sûad Hiso bal kişand ser siyaseta guhertina demografîk ji aliyê rêxistin û dewletên derve di tevahî Efrînê de û got:

Sûad Hiso: Berxwedana gel dê li hemberî kirinên qirkirinê bidome

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku sînorekî ji van kirinên dewleta Tirk re deynin.

Back to top button