72 roj in li ber deriyê Sêmalka li benda bersiva PDK’ê ne

2 meh û nîv, tenê gotina ku ji devê wan derdikeve;

Cenazeyên zarokên me bidin me.

Lê muxatebê vê bangê, yanî PDK’ê her xwe li bêdengiyê daniye.

Dayîkên li Sêmalka jî dibêjin, heta em cenazeyê zarokên xwe negirin, em ê ranewestin.

Li herêma Xelîfanê, komeke gerîlla ket kemîna hêzên PDK’ê..

Di encamê de 5 gerîlla şehîd bûn û ji wan 2 ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Piştî bûyer hate bihîstin, malbatên herdû şehîdan li ber deriyê Sêmalka dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Yekane daxwaza wan jî wergirtina cenazeyên zarokên xwe ye.

72 roj in, çalakiya dayîkan dewam dike.

Lê heta niha ti bersiv ji aliyê PDK’ê ve nehatiye dayîn.

Û her carê daxwaza dayîkan a derbasbûna Başûr, tê astengkirin.

Bê goman di pêvajoya 72 rojên derbasbûyî de dayîk û malbatên şehîdan bi tenê neman.

Rojane bi sedan kes diçin Deriyê Sêmalka û beşdarî çalakiya nobedê dibin.

Back to top button