Civîna Welatên Kendavê: Em destwerdana hêzên derve li serweriya Sûrî red dikin

Li Riyadê, paytexta Siûdiyê, doh lûtkeya 42 a welatên Kendavê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Beşdarên civînê di mijara aloziya Sûrî de peyam dan ku ew ê destwerdana hêzên derve li serweriya welat qebûl nekin. Her wiha dijberiya xwe ya li hemberî guhertinên demografîk jî ragihandin. Welatên Kendavê ji bo çareseriya aloziyê jî işaret bi biryara konseya ewlehiyê ya 2254 kirin.

Civîna Bilind a 42’an a welatên Kendavê doh li paytexta Siûdî Riyadê bi encam bû.

Endamên Konseya Hevkariyê ya welatên Kendavê, ku ji Siûdiye, Îmarat, Behrên , Qeter, Kiwêt û Umanê pêk tê beşdarî civînê bûn.

Encama civîna bilind bi daxuyaniya hevbeş a welatên endam hat eşkere kirin.

Di beşa aloziya Sûrî de xalên ku welatên Kendavê destnîşan kirin ev in:

-Yekbûna axa Sûriyê û rêz ji serxwebûn û serweriya wê re were nîşandan.

– Hemû destwerdanên hêzên derve, red dikin.

– Hewldanên guhertina demografîk ku li Sûriyê tên kirin, nayên qebûlkirin.

Destwerdana derve, perçekirina xaka Sûrî û guhertina demografîk ku welatên Kendavê behsê kirin, yekser bi siyasetên dewleta Tirk ve girêdayî ne.

Lewma yekane welatê ku bi van binpêkirina dikeve rojevê, Tirkiyê ye.

Artêşa Tirk tevî bi hezaran çete, salên 2018 û 2019 Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.

Ji kuştin, êşkence, revandin, wêrankirina û guhertina demografiyê bigrin, hemû sûc û binpêkirina mafên mirovan li van deveran pêk tên.

Gel ji cih û warên wan hatin derxistin û li şûna wan kesên xerîb hatin bicihkirin.

Zimanê Kurdî bi temamî hate qedexekirin û li şûna wê Tirkî li ser zarokan tê ferzkirin.

Li vir tişta sosrest jî ew e ku Qeter û Kiwêt ên endamên Konseya Hevkariya Kendavê ne, her destek dane siyasetên dewleta Tirk.

Back to top button