Macaristan wê bi Tirkiyê re li ser endamtiya Swêdê ya NATO’yê tevbigere

Di 11-12’ê Tîrmehê de li paytexta Lîtvanya Vilniusa lûtkeya NATO’yê tê lidarxistin.
Wezîrê Karê Derve yê Macarîstanê Szijjarto diyar kir ku ew ê li ser mijarê bi Tirkiyê re tevbigerin.

Ji Lûtkeya NATO’yê ya ku wê di 11-12’ê Tîrmehê de li Vilnius bê lidarxistin kêmî hefteyekê ma.

Macarîstanê diyar kir ku ew ê bi Tirkiyê re ji bo endamtiya Swêdê ya NATO’yê tevbigerin.

Wezîrê Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto di civîneke çapemendiyê de ragihand, derbarê endamtiya Swêdê ya di NATOyê de, ew bi Tirkiyê re di nava pêwendiyan de ne.

Szijjarto diyar kir eger di helwesta Tirkiyê ya li hember endamtiya Swêdê de guhertinek çêbibe, Macaristan wê pêvajoyê paşde nexe.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Macarîstanê Victor Orban di hefteya dawî ya parlementoya de dengdana endamtiya Swêdê ya NATOyê nexiste rojevê.

Civîna dawî ya parlamentoya Macarîstanê wê roja Înê bê lidarxistin.

Ji ber vê yekê çavê Swêdê li biryara parlamentoya Macarîstanê ye.

Swêd ji bo endamtiya NATO alîkariyê ji Amerîkayê dixwaze

Di vê navberê de, ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) zextê li ser herdû welatên navborî bike, Swêd ketiye tevgerê.

Serokwezîrê Swêdê Olaf Kristersson ketiye ser rêya Waşîngtonê.

Kristersson wê li gel Serokê DYA Joe Biden bicive.

Ev hevdîtin weke şansê dawî yê Swêd bo bi rêya Amerîka zextê li ser Tirkiye û Macerîstanê bike tê şîrovekirin.

Stoltenberg bang li Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê kir ku bicivin

Back to top button