Polîsan Yewnanistanê bi ser kampa Lavrioyê de girtin-50 Penaberên Kurd hatin binçavkirin

Polîsan yewnan bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelek kesên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sirgûn bûne ,li wir dimînin.
Di serdegirtinê de 50 penaberên kurd hatin binçavkirin.

Polîsan Yewnanistanê îro di danê sibehê de bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelemperî penaberên kurd li wir dimînin.

Di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên kurd bi darê zorê ji kampê derxistin.

Tê gotin ku dê binçavkirî li kampên cuda bên veguhestin û niha di bin çavan de ne.

Hêjayî gotinê ye ku ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hate kirin.

Çapemeniya hikûmeta Yewnan penaberên siyasî yên Kurd weke “terorîst” pênase kir

Çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê jî penaberên siyasî yên kurd weke “terorîst” pênase kir.

Ev serdegirtin jî ji bo dewleta tirk weke jestekê hate pêşkeşkirin.

Li hêla din, Wezareta Penaberan a Yewnanistanê weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kiribe daxuyanî da.

Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê ji bo çalakiyên şermezarkirinê bang kir

Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê jî ev îdia derewand û ji bo çalakiyên şermezarkirinê banga tevlibûnê kir.

Back to top button