Gerîlayên Eln û hikumeta Kolombiya lihev kir: Şer bidawî dibe

Li Kolombiya gerîla biser ketin.
Di encama têkoşîna bi dehê salan de, gerîlayên ELN daxwazên xwe bi hikumeta Kolombiya da pejirandin.
Hikumet û gerîlayên ELN ragihandin ku wê ji sibe û pêde şerê bidin rawestandin.

Hikumeta Kolombiya û rêxistina herî dawî ya gerîla ya çalak a welêt piştî şerekî nêzî 60 salan li ser agirbestê li hev kirin.

Rêxistina Serhildêr a Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ragihand ku beriya agirbesta di meha Tebaxê de pêk were, ew ê ji roja Pêncşemê ve pevçûnên çekdarî bi dawî bikin.

ELN’ê daxuyand ku ew ê li hemberî her êrîşeke artêşê yan jî komên din ên çekdar xwe biparêzin.

Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê piştrast kir ku hêzên çekdar wê ji roja Pêncşemê ve êrîşan rawestînin.

Daxuyaniya rawestandina şer piştî ku lihevkirinek li ser agirbesteke şeş mehan li hefteya borî hat kirin.

Tê payîn ku ev agirbest di 3’ê Tebaxê de bikeve meriyetê.

Ger ev yek pêk were, wê bibe rawestana herî dirêj a şerê piştî serhildanê yên ku ELN di sala 1964’an de li dijî dewleta Kolombiyayê dabûn destpêkirin.

Ji aliyê din ve jî cihê meraqê ye ku biryara agirbestê heta çi radeyê di pratîkê de bi bandor be.

Roja ku biryara agirbestê hate ragihandin endamên ELN’ê 3 polîs kuştin.

Hefteyek berê di êrîşa hêzên dewletê de 6 endamên rêxistinê hatibûn kuştin.

Rêxistinên gerîla û dewleta Kolombiyayê wê ji meha Tebaxê û pê ve danûstandinên aştiyê yên li Venezuelayê bidomînin.

ELN, rêxistineke Marksîst-Lenînîst a bi hezaran endamên wê, bi fînansekirina bazirganiya narkotîkê û derxistina madenên neqanûnî tê sûcdarkirin.

Back to top button