Duh êvarî saet di 22.20’an de 7 helîkopterên artêşa Tirk a dagirker dema ku xwestibûn leşkeran deyne Garê, gerîlayan li helîkopteran dabû û nehiştibû helîkopter xwe deynin.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên dagirker de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de duh êvarî xwstibû bi 7 helîkopteran derbasî qada Siyanê bibe.
Gerîlayan li helîkopteran dan û nehiştin ku helîkopter leşkeran deyne qadê. Dîmenên wê kêlîkê gihiştin destê ANF’ê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê jî îro daxuyanî dabû û gotibû, “Di 12’ê Sibatê de saet di 22.20’an de dagirkeran hewl dabûn bi 7 helîkopteran derbasî qada Siyanê bibin. Ji ber mudaxeleya hêzên me e helîkopter ji qadê derketin.”