Li bajarê Efrînê di şerê di navbera komên çeteyan de 6 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa ANHA’ê, di saetên piştî nîvro de di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket.
Şer ji ber nakokoiyên ser kel û pelên qaçaxî ji gundê Basutayê yê bajarê Efrînê de bû.
Çavkaniyan gotin, şer di navbera çeteyên Feyleqa 3’an (Cebha Şamiya) û çeteyên Ceyş El-Îslam de bû.
Di encamê de 5 çeteyên Cebha Şanniya, çeteyekî Ceyş El-Îslam hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.