Birêveberiya Biden jineke bi eslê xwe Sûrî erkdar kir

Birêveberiya Amerîka jina Amerîkî Aimee Cutrona ku bi eslê xwe Sûrî ye, weke şandera Amerîkî bo Sûriyê li Konseya Ewlekariya Niştimanî li Koşka Spî erkdar kir.

Her wiha Cutrona wê bi erkê cîgira Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn jî rabe.

Koşka Spî destnîşan kir ku Cutrona di warê dîplomasiya ji deverê de, pir şareza ye.

Aimee Cutrona sala 1999 li paytexta Etyopyayê dest bi karê dîplomasî kiriye û piştre weke berpirseke siyasî li balyozxaneyên Amerîkî li Silvador, Qeter û Misirê kar kiriye.

Her wiha di navbera salên 2016-2019’an de, cîgira serokê şandeya Amerîkî li Behrênê bû û di warê dîplomasiya li Rojhilata Navîn de xwedî pisporî ye.

Back to top button