Li Gîneya Ekwatorî ji ber rêzeteqînan 20 mirin û zêdeyî 600 kesî birîndar in

Li bajarê Bata yê Gîneya Ekwatorî li baregeheke leşkerî rêzeteqînan rû da.. li gorî bîlançoya dawî, 20 kesan jiyana xwe ji dest da, bêtirî 600 kesî jî birîndar bûne.

Li gorî serokê Gîneyê Teodoro Obiang Nguema, sedema van rêzeteqînan, paşguhkirina artêşê bo depokirina dînamît û teqemeniyan e.

Obiang her wiha cotkar bi belavbûna şewata ji ber teqînan tawanbar kir.

Ji ber rêzeteqînan, avahiyên leşkergehê tevî jimareke xaniyên li derdorê, rûxiyane.

Gîneya Ekwatorî ji sala 1979’an ve, piştî pêkanîna darbeyeke leşkerî li jêr desthilata Teodoro Obiang e.

Back to top button