Duh komên çete yên dewleta Tirk dixwestin derbasî Eyn Îsayê bibin û dest bi êrişan kir.
Lê belê hêzên wê herêmê bersiv dan dagirkeriyê û nehiştin armanca wan bi cih were.
Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker, hema her roj dixwazin derbasî hinek gundên nû bibin û wan dagir bikin.
Duh bi şev hewl dan gundê Mişêrfê yên Eyn Îsayê dagir bikin.
Di cihê cih de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiv da û hewldana wan a derbasbûna gund pûç kir.
Di heman demê de, dewleta Tirk Cedîda, Fatsa, Mişêrfê, Hîşê û derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.