Zelensky: Rûsya xwe ji êrişeke mezin re amade dike

Serokê Ukraynayê Zelensky hişyar kir ku beriya roja serxwebûna welatê wan, Rûsya xwe ji bo êrişeke mezin amade dike.
Di vê navberê de doh baregeha hêzên Rûs a ku herêma Qirimê dîsa bû armanca êrişê.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji ber ku Tirkiye ambargoya aborî ya li dijî Rûsyayê binpêdike Tirkiyê hişyar kir.

24’ê Tebaxê salvegera 31’an a serxwebûna Ukraynayê ye.

Bi rasthatina rojê serokê welat Zelensky hişyar kir ku Rûsya beriya pîrozbahiyan xwe ji bo êrişeke mezin amade dike.

Zelensky hewldanên Rûsya weke xeter binav kir û got;

Divê gelê me rê nedin Mosko ku tirs û xofê li nava wan belav bike. Dibe ku Rûsya vê heftê li dijî me êrişeke kirêt a mezin pêk bîne.

Baregeha Rûsya a li Qirimê dîsa bû armanca êrişê

Di vê navberê de eşkere bû ku baregeha Rûs a li herêma Qirimê dîsa bû armanca êrişê.

Êrişa bi balafirên bê mirov, doh danê sibê li dijî hêzên deryayî pêk hat.

Rayedarên Rûs îdîa kirin ku wan balafirê bê bandor kirîne.

Bi vî awayî di nava 10 rojên dawî de baregehên Rûs ên li herêmê Qirimê 3 car in dibin armanca êrişan.

Her çendî Kîev berpirsiyariya van êrişan ne girtibe ser xwe jî, lê serokê welat Zelensky di peyama xwe a dawî de got;

“Êdî herkes dikare bê wê yekê bawer bike ku wê dagirkeriya li Qirimê bidawî bibe. Wê Qirim careke din li Ukraynayê vegere.

Amerîka: Rûsya bi rêya Tirkiyê cezayên welatên Rojava bê bandor dike

Li aliyê din ji ber şerê li Ukraynayê, welatên Rojava li dijî Mosko cezayên giran birîn.

Û ev yek bandor li aboriya Rûsyayê kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku Rûsya niha bi rêya Tirkiyê hewl dide xwe ji bandora van cezayan xelas bike.

Alîkarê wezîrê xezîneyê Wally Adeyemo (Wolî Ediyemû) ji ber vê çendê rayedarên Tirk hişyar kir.

Tevî biryarên Amerîka û welatên Rojavayî jî Tirkiyê heta niha cezayên li Rûsyayê hatine birîn qebûl nekirine.

Di vî warî de hema qada ezmanî li pêşiya Mosko negirt û hem jî cezayên aborî pêk neanîn.

Back to top button