Di meha dawî de di encama wan êrişan 8 zarok şehîd bûn 24 jî birîndar bûn

Di 19’ê Tîrmehê de civîna Tehranê pêk hat.
Û di 5’ê Tebaxê civîna Soçiyê pêk hat.
Piştî van herdû civanan êrişên dewleta qirkerr li ser herêmê zêde bûn.
Di encama wan êrişan de 8 zarok şehîd bûn û 24 jî birîndar bûn.

Piştî civîna li Tehranê ya di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin.

Taybet dewleta tirk di van êrişan de zarok kirin armanc

Ajansa hawarê di meha borî de çend zarok şehîd û birîndar bûne bîlançoya wê parvekir.

Li gorê wê:

Di êrişa 26’ê Tîrmeha 2022’yan a li ser navçeya Til Rifetê de zaroka bi navê Fehîma Reşo ya 17 salî bi giranî birîndar bû.

Di 2’yê Tebaxa 2022’yan şehîd bû.

4’ê Tebaxa 2022’an balafireke bêmirov a dewleta Tirk navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir.

Di encamê de 9 welatî, di nav de 6 zarok, birîndar bûn.

9’ê Tebaxê artêşa Tirk gundê Sêgirka bi çekên giran topbaran kirin.

Di encama vê topbaranê de 4 zarok birîndar bûn.

16’ê Tebaxê jî dewleta Tirk bi balafireke bêmirov taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bombebaran kir.

Di encamê de 4 kes, di nav de 2 zarok yên bi navê Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên şehîd bûn.

16’ê Tebaxê artêşa Tirk navenda bajarê Kobanê û gundewarên wê topbaran kir.

Di topbarana li ser gundê Zorava de zarokekê bi navê Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî Şehîd bû.

Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî jî birîndar bû.

16’ê Tebaxê dagirkeran navenda navçeya Zirganê da ber topan.

Di encamê de zarokekî 11 birîndar bû.

16’ê Tebax artêşa Tirk gundê Bênê yê navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kir.

Di encamê de zarokek ji serî û lingê xwe birîndar bû.

Herî dawî 18’ê Tebaxê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk navenda perwerdekirina keçan a li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir kir hedef.

Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

Back to top button