Çalakiya konvedanê bi teqezkirina berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO Meclisa Malpatên Şehîdan a Helebê û şaxa PYD’ê ya li Helebê konê çalakiyê vedabûn, doh êvarê çalakî bi dawî kirin û aliyan teqez kirin ku wê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.Li aliyekî din Jinên mexmûrê jî bertek li dijî tecrîdê nîşandan û gotin”Divê hemû Kurd û dostên wan azadîxwaz, ji tecrîdê re bêjin ‘Êdî bes e”

PYD bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê li dijî tecrîdê çalakiya konvedanê di bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok Apo ye” pêk anî ..

Duh endamên saziyên civaka sivîl, komîn, Kongra Star û partî beşdar konê çalakiyê bûn.

Li vir Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Eyşe Hiso axivî û got:

Em rola lawaz a CPT`iyê li hember azadiya rêber Ocalan şermezar dikin.

konê çalakiyê doh êvarî bi dawî bû.

Jinên Mexmûrê: Divê li dijî tecrîdê herkes rabe serpiyan

Her wiha şêniyê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Kampa Mexmûrê jî li dijî tecrîdê bertek nîşandan,

Jina bi navê Helîm Bulut a ji Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî tecrîd şermezar kir û got: ‘Em çiqas li berxwebidin, emê ewqas nêzî serkeftinê bibin.

Her wiha Qedriye Ulaş jî bêdengiya cîhanê ya li dijî tecrîdê şermezarkir û bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwestbin.

Back to top button