Mesûd Şêxmûs Qasim behsa revandin û êrşkenceya li bavê wî hatiye kirin dike

Sûcên şer ên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê yên resen bi armanca qirkirina kurdan, berdewam dikin. Berî 2 rojan li ser destê çeteyan kalemêrê bi navê Şêxmûs Qasim hat kuştin, kurê wî Mesûd ji Ronahî TV re behsa sûcên li dijî bavê wî hatiye kirin, kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê hin hûrgiliyên kuştina Qasim eşkere kirin. 

Mesûd Şêxmûs Qasim, behsa revandina bavê xwe û êşkenceya ku di Li ser destê çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkirî dîtiye, ji Ronahî TV re kir.

5’ê Adarê, kalemêr Şêxmûs Qasim Mistefa yê 65 salî, ji gundê Mîdan Ikbesê yê navçeya Racoyê li jêr êşkenceya çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hat kuştin.

Kurê Şêxmûs dibêje bavê wî 2 caran ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û 200 hezar lîreyên Sûriyê weke fîdye jê dixwestin.

“Çeteyan li beramberî berdana bavê min 2 milyon ji min xwestin”

Cara duyemîn kalemêr Şêxmûs bi destê heman çeteyan hate revandin û li gorî Mesûd vê carê 2 milyon lîreyên Sûriyê jê xwestin.

Mesûd texmîn kir ku sedema kuştina bavê wî, ew e ku çeteyan piştî 700 darên zeytûnê, mal û pere wergirtin, çav berdan milkên bavê wî.

Îbrahîm Şêxo: Çeteyan Şêxmûs bi dizî veşartin da nîşaneyên êşkenceyê eşkere nebin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser sûcê ku li dijî Şêxmûs Qasim pêk hatiye, ev agahî bi par ve kir:

“Kalemêr Şêxmûs bi destê çeteyê bi navê Selîl Xalidî ku serçeteyê Feyleq El-Şamê e hatiye êşkencekirin.
Çeteyên Tirkiyê cenazeyê Şêxmûs wergirt û nehişt xizmên wî, wî veşêrin, da ku nîşaneyên êşekenceyê binuxumînin.”

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku berpirsê girtîgeha Raco yê ku Şêxmûs revandiye, bi navê Raid Eymen Qebai ye û bi kuştina Mihemed Henîf Hisên ê ji gundê Bilîlko ku di 09.09.2019’an de hatibû kuştin, tê tawanbarkirin.

Îbrahîm Şêxo: Digel kalemêr Şêxmûs 4 kesên din hatine revandin

Digel Şêxmûs, 4 kesên din hatibûn revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navê 2 revandiyan bi dest xistin ew jî: Seîd Murcane û Mihemed Hac Şêxo ne.

Sûcên revandinê li herêmên dagirkirî pir zêde dibin û par li Efrînê bi tenê, zêdeyî 526 hatin revandin, derdora 23 kesan hatin kuştin, ji wan 5 kes jî li jêr êşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button