Li Nînewayê 13 çeteyên DAIş’ê hatin girtin

Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, 13 çete li parêzgeha Nînewayê hatin girtin.

Ajansa Istixbarata leşkerî ya Iraqê ragihand ku, leşkerên wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonên cuda li parêzgeha Nînewayê pêk anîn û 13 çete hatin girtin.

Li gorî ajansê piraniya çeteyan li xwe mukirhatin ku tiliyên wan, di êrîşên li dijî hêzên ewlehiya Iraqê de hene.

Roja înê jî di êrîşeke asmanî li herêma bajarokê Gulale yê Xaneqînê de, 2 DAIŞ’î hatibûn kuştin

Back to top button