Li Efxanistanê…18 çekdarên Talîban hatin kuştin û 9 birîndar bûn

Li Efxanistanê, di encama operasiyoneke ewehiyê de, 18 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Wezareta Parastina Efxanî ragihand ku di encama oprasiyoneke ewlehî ya li herêma Qendehar a başûrê welêt de, 18 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û 9 birîndar bûn.

Duh jî, di encama teqînên li başûrê welêt de, 4 kes ji hêzên Efxanistanê hatin kuştin û 7 bi giranî birîndar bûn.

Her wiha di teqîna li rojhilatê Efxanistanê de jî, 3 sivîl birîndar bûn.

Back to top button