KNK: Em ê têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan mezintir bikein

KNK’ê komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û teqezkirin ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya wî mezintir bikin.Aliyên navborî, bang li Kurdistaniyan kir ku bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê bibin û banga azadiya fîzîkî rêber Ocalan bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê, ji bo salvegera 22. a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan mezintir bikin.

KNK’ê diyar kir ku Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide, lê gelek dewletan di nava de YE li dijî wî komplo pêk anî.

KNK’ê destnîşan kir ku pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihîştine armanca xwe û xwezî û daxwazên hêvî dikirin bi dest nexistine.

Konseya Rêveber a KNK’ê, anî ziman ku êrîşa li ser Garê peyameke dewamiya komployê ye, lewma divê hemû hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin.

KNK’ê banga piştgiriya pêngava “ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan” kir, û teqez kir ew ê têkoşîna azadî û rizgariyê heta serkefina mezin dewam bikin.

Back to top button