TEV-DEM: Azadiya Rêber Apo misogeriya tekane ya çareserkirina aloziyên li herêmê ye

TEV-DEM’ê komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û teqezkirin ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya wî mezintir bikin.Aliyên navborî, bang li Kurdistaniyan kir ku bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê bibin û banga azadiya fîzîkî rêber Ocalan bikin.

Bi heman armancê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, daxuyaniyek da û komploya Navneteweyî şermezar kir.

TEV-DEM’ê diyar kir ku Rêber APO nûnertiya vîna mirovên azad û beşên civakê dike û azadiya wî misogeriya tekane ya çareserkirina aloziyên li herêmê ye.

TEV-DEM’ê daxuyakirina ku êrîşa li ser Garê û sûcên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi armanca qirkirina gelê Kurd û nasnameya wê û berdewama vê komploya hovane ye.

TEV-DEM’ê îşaret bi piştgiriya mezin a bi pêngava “Dem dema azadiyê ye” kir ku ev nîşand dide ku Rêber APO hêza çareseriyê ye.

Herî dawî, TEV-DEMê bang li azadîxwaz û demokratîxwazên cîhanê kir ku bi çalakiyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin.

Back to top button