Vegera Sûriyê li nav Yekîtiya Ereban li Cedeyê nehat qebûlkirin

Di civîna şêwirê ya li bajarê Cede yê Siûdiyê de, gelek xalên têkildarî Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Têkildarî vegera Şamê ya li nava komkarê lihevkirinek pêk nehat.

Li gorî ajansa Was a Siûdiyê, wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Urdin, Misir û Iraqê di civîna şêwirê ya li bajarê Cede yê Siûdiyê de li ser gelek tedbîrên bo îstîqrara li seranserê xaka Sûriyê nîqaş hatin kirin.

Her wiha li ser girîngiya têkoşîna li dijî tevahî şêwe û rêxistinên teror, têkoşîna li dijî qaçaxkirin û bazirganiya narkotîkê, parastina serweriya Sûriyê niqaş hatin kirin.

“Divê şêwrên di navbera welatên Ereban de bên zêde kirin”

Di dewama encamnameyê de tê diyarkirin rola rêveberiyê ya erebî di hewldanên bidawîkirina aloziyê û divê şêwirên di navbera dewletên Ereban de bên zêdekirin.

Hikumeta Şamê ji vê civînê hêvî dikir ku li Yekitiya Ereban vegere, nexasim ku beriya civînê wezîrê wê yê karên derve Feysel Mîqdad serdana Siûdiyê kir.

Lê belê di encamnameya civînê de behsa rawestandina taloqkirina endamtiya Sûriyê di Yekitiyê de nayê kirin.

Back to top button