Artêşa Tirk gundên Zirganê topbaran kir

Duh jî êriş li ser herêmê, taybet li ser gundên Zirganê hebûn, lê ji her rojê dijwartir bûn. Di encama van êrişan de, 4 sivîl şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Îro jî li ser heman gundan êriş hebûn.

Dewleta Tirk a bi ti awayî pîvanên navneteweyî nasnake, sivîlên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dikuje.

Doh dewleta dagirker, li herêma Til Temirê gundê Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Êrişa li dijî Zirganê
Di êrişê de 4 sivîl şehîd bûn û 9 jî kes jî birîndar bûn

Di encama êrişê de 2 jê jin 4 kes şehîd bûn û navên wan jî wiha ne,

Melka Ehmed Îd (30), dayika wê Fesla Îd (60), Salih Hemîd El-Hisên (60) û Mihemed Xêr Elyan (58).

Di heman êrişê de 9 kes jî birîndar bûn û tenê navê 6’an ji wan hate eşkere kirin.

Roza Diyab (35), Elî Îd (45), Cûdî Elî Îd (4), Ehmed Îd (11),

Cûrî Îd (11), û Ehmed Mihemed El-Faris (50).

Di nava kesên birîndar de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jî hebûn.

Êrişa li dijî Zirganê
5 birîndar li nexweşxaneyên Qamişlo ne

5 birîndar niha li Nexweşxaneya Fereman û Nexweşxaneya Nafiz ên Qamişlo têne dermankirin.

Nûçegihanê me ji nexweşxaneyên Qamişlo ragihand ku rewşa hin birîndaran giran e.

Artêşa Tirk gundên Til Temir topbaran kir

Piştî topbarana li dijî Zirganê, artêşa Tirk gundên Um El-Kêf, Til Gerabêt û Til Cuma yên Til Temirê jî dan ber topan.

Di êrişa li vir de jî 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên bi navê Mihemed Kûsa û Fadî Seman birîndar bûn.

Back to top button