Bîlançoya bagera Ian giran dibe

Bagera Ian îsal DYA ji hev xist.
Bager di dîroka nêz ya welat de, ya herî mezin bû.
Ji ber bagerê heta niha 107 kes mirin.

Di dawiya meha Îlonê de bagera Ianê li başûrê rojhilatê welat da.

Di 10’ê Cotmehê de rayedarên herêmî daxuyanî dan û diyar kirin 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber bagera Ian jimara kesên mirî 100 derbas kir

Li gorî Tipa Edlî li eyaleta Florîdayê 102 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin 5 kesan jî li Karolînaya Bakur jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî çapemeniya DYA jî bîlanço girantir e.

Bagera Ianê ji serê sedsalê ve wekî bagera herî giran a li DYA tê pênasekirin e.

Li gorî rayedaran ji bo avakirina herêmên peravê yên Florîdayê herî kêm 50 milyar dolar û xebateke bi mehane hewce dike.

Di sala 2005’an de li eyaleta Lûîsîanayê di bahoza Katrînayê jî de jî 1800 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button