Rûsya Ukrayna ji hev dixe

Di demekî ku Rûsya li ser Ukrayan bombebaranên dijwar pêk tîne de, ji cîhanê bertek zêde dibin.
Welatên Rojava êrişê şermezar dikin û Çîn jî banga hestiyariyê dike.Rûsya dixwaze çavê Ukrayna ji êrişên li ser herêmên ku serxwebûna wan naskirî bitirsîne.

Êrişên bi vê armancê li dijî paytext Kîev û herêmên din pêk aniyê rastî bertekên tund hatin.

YE piştevaniyên leşkerî bû Ukrayna di rê de ne

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ji ber êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê yên li dijî sivîlan ew gelekî matmayî mane.

Borrell got,

“Di sedsala 21’emîn de cihê çalakiyên bi vî rengî nîne.

Ez wan bi awayekî herî tund şermezar dikim.

Em bi Ukraynayê re ne. Piştgiriya leşkerî ya zêde ji YEyê di rê de ye.”

Parîs û Barlîn ji êrişên Rûsya bihêrsin

Di daxuyaniyên ji rêveberiya Berlînê derketin de jî careke din piştevaniya bû Ukrayna hebû.

Serokwezîr, Wezîra Karê Derve û Wezîrê Parastinê yê Almanya bi daxuyaniyên cuda, bertek nîşanî êrişên Rûsya li ser Ukrayna da.

Di peyaman de işaret bi piştevaniya bi rêveberiya Kîevê re hate kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştî êrişan li gel Zelensky peywendiyek telefonî pêk anî.

Macron soza piştgiriya Parîs ya bo Kîevê da û got:

Ev piştevanî tevî alavên leşkerî, wê li gorî pêwistiyên Ukrayna be.

Çînê banga rawestandina şer kir

Wezareta Derve ya Çînê daxwaza rawestandina şerê li Ukraynayê kir.

Wezaretê êrişên Rûsya yên li ser Ukrayna weke bersivdayînê pênase kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning got,

“Çîn bi hemû aliyan re di nava têkiliyê de ye.

Em amade ne ku rolek çêker bilîzin da ku ji bo bêbandorkirina rewşê bibin alîkar.”

Qeter banga çareseriya bi rêya dîplomatîk kir

Ji welatên Asya, Qewterê jî helwesta xwe ya li dijî êrişê nîşan da.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî duh bi rêya telefonê bi Serokê Ukraynayê Vlodymyr Zelensky re axivî.

Her li vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Ukraynayê bi taybetî li ser kirîza ligel Rûsyayê û pêwîstiya bidawîanîna wê bi rêya diyalog û rêbazên dîplomatîk gotûbêj kirin.

Back to top button