Li Iraqê bi hezaran kes daketin qadan

Li Bexda û hinek parêzgehên din ên Iraqê bi hezan alîgirên Tevgera Sedr, Çarçoveya Hemahengî û Eniya Tişrîn û Komûnîst daketin qadan û xwepêşandan kirin.

Li gel tedbîrên tund ên hêzên ewlehiyê alîgirên Tevgera Sedr xwepêşandan kirin.

Hêzên ewlehiyê hinek deriyên ketina Herêma Kesk a Bexda girtîbûn.

Nûnerê Sedr di xwepêşandana Herêma Kesk di nava alîgirên Tevgera Sedr de ragihand ku wê xwepêşander bi ti awayî dest ji daxwazên xwe bernedin.

Nûnerê Muqteda Sedir ji xwepêşanderan daxwaz kir ku xwepêşandan û greva xwe berdewam bikin.

Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bang li xwepêşanderên Çarçoveya Hemahengî kir ku xwepêşandanên aştiyane lidar bixin.

A​lîgirên çarçoveya hemahengî dest bi grevê kirin

Xwepêşandanên Çarçoveya Hemahengî îro daxuyanî da û ragihand ku daxwaza wan bi lez avakirina hikûmetekî xizmetguzarî û nîştimanî ku xelk li ser hîmê destûrê xwedî desthilata temam be.

Herwiha ji aliyên Kurd jî xwest ku namzetê ji bo serokkomariya Iraqê diyar bikin da ku di gava duyemîn de koma herî mezin a parlamentoyê ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike.

Back to top button