Konseya Ewrûpa rapora Tirkiyê eşkere kir

Meclisa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê têkildarî Tirkiyê rapora xwe eşkere kir.
Ji zextên li dijî HDP’ê bigrin, heta qanûna sansûr û binpêkirina azadî maf û ramanan.
Konsey di gelek mijaran de rexneyên tûnd li Tirkiyê digre.

Meclisa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê ji ber guhertinên yasayî li Tirkiyê bi fikar e.

Di vî warî de Komîteya Çavdêrî û Şopandinê ya Konseyê rapora têkildarî rewşa Tirkiyê weşand.

Rapor bi taybet balê dikşîne ser hin xalên guhertinên yasayî ku ji aliyê tifaqa AKP-MHP li Meclisa Tirkiyê hatine qebûlkirin.

Di raporê îşaret bi vê hişyariya Komîsyona Venedîkê ya têkildarî qanûna sansûrê tê kirin:

“Guhertinên li Tirkiyê li pêşiya azadiya ramanê asteng in”

Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê misogeriya parastina azadiya ramanê ye.

Qanûnê ku wê ji aliyê Tirkiyê ve were erêkirin li pêşiya azadiyê asteng e.

Meclisa Parlementeran ragihand ku pêkanîna guhertineke wiha beriya hilbijartinan cihê nerehetî û fikaran e û bang li partiyan kir da ku vê qanûnê nepejirînin.

Di raporê de wekî din tê birîxistin ku ji sala 2017’an ve pergala serokatiyê ya li Tirkiyê zerareke mezin da demokrasiyê.

Xalên ku di raporê de bûne mijara rexneyên tûnd jî ev in:

  • Tirkiyê rêzê nîşanî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê nade.
  • Zextên li ser partiyên muxalefetê dewam dikin û hewldanên girtina HDP’ê jî cihê fikaran e.
  • Di bin navê têkoşîna li dijî terorê, zextên li ser azadiya ragihandinê zêde bûne.
Back to top button