Şîdet û tedbîrên hêzên rejîma Îranê nekarîne pêşî li berxwedana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigire.
Xwepêşandan vediguherin grevên giştî.
Karkerên sektora petrolê ya li başûrê Îranê jî dest bi grevê kirin.
24 roj derbas bûn, lê dengê berxwedanê ji qadan kem nebû.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja 24’an de, careke din xwepêşadan û nerazûbûn hebûn.
Xwepêşandanên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî dewam kirin.
Karkerên parzûngehên li başûrê Îranê dest bi grevê kirin
Karkerên parzûngehên Abadan, Kengan, Esulewî, Buşehir ên li başûrê Îranê jî dest bi grevê kirin.
Greva karkerên pertolê weke gavek nû ya berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnan hate dîtin.
Ji ber ku petrol çavkaniya sereke ya dahata dewletê ye û rawestîna wê ziyanek mezin dide dewletê.
Herwiha tevî ku duh li gelek cihan gelek hêzên leşkerî ji bo şîdetê hatin belavkirin, lê weke rojên din li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê pêkhatin.
Li hinek taxên Sine dengê gelek guleyan dihate bihîstin û ciwanan rêyên sereke li çûnûhatinê re girtin.
Herwiha li bajarên Kirmaşan, Merîwan, Saqiz û çend herêmên din xwepêşandanan dewam kir.
Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin, li bajarê Seqiz careke din hejmarek jin bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî’ laçikên xwe şewitandin.
Li bajarên Tehranê, Şîraz, Meşhed, Hemedan, Esfehan û çend bajar û navçeyên din ên Îranê xwepêşandan hebûn.
Xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî li qadan bûn.
Amnesty International ji ber êrişên rejîmê bifikare
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê çewisandina nerazîbûnên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê fikarên xwe anî ziman.
Rêxistinê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku li bajarê Sine çewisandina nerazîbûn û xwepêşandanan bi rêya bikaranîna çek û gaza îsotê ya di nav malên xelkê de cihê fikarane.
Rêxistinê destnîşan kir ku berpirsên Komara Îslamî înternet û xetên telefona dibirin, daku tawanên xwe veşêrin.
Di xwepêşandanên li Îranê de nêzî 190 kes hatine kuştin
Li gorî daneyên Rêxistina Parastina Mafê Mirovan, ji destpêka xwepêşanan û heta niha li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzî 190 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm 28 zarok hatine kuştin.



