Skotland xwe ji bo serxwebûnê amade dike

Skotlandî ji bo serxwebûna xwe bidest bixin bi biryarin.
Serokwezîra Rêveberiya Xweser a Skoçyayê Nicola Sturgeon di axaftina xwe ya li kongreya partiyê de got; Em “nifşê serxwebûnê” ne.

Skotland di mijara serxwebûnê de dixwaze êdî encamekê bidest bixe.

Serokwezîra Rêveberiya Xweser a Skoçyayê Nicola Sturgeon di axaftina xwe ya li kongreya partiyê de careke din ev yek bi awayekî eşkere anî ziman.

Sturgeon: Em ê bibin nifşê yekem ê Skotland a serbixwe

Nicola Sturgeon got, serxwebûn ji bo Skotlandê girîng e.

Sturgeon di kongreya partiyê de ku li Aberdeen, bajarekî benderê yê girîng ê welat pêk hat de ev tişt anî ziman:

“Ez ji dil bawer dikim em ê di cîhana nûjen de bibin yên yekem ku li Skoçyayek serbixwe bijîn.”

Sturgeon diyar kir ku ji ber bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanî ew ji nava Îngilistanê derkevin wê ji bo wan baştir be.

Sturgeon di nava axaftinên xwe de careke din daxwaza vegera li nava YE kir.

Endamên partiyê li pişt lîderên xwe hevgirtin

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Brîtanya de derdikevin jî tê xuyakirin ku Skotlandî bi wê yekê bawerin ku vê carê wê serxwebûna xwe bidest bixin.

Axaftinên Sturgeon weke enerjiyek ya ku bo partiyê hatî dayîn jî hate nirxandin.

Dadgeha Bilind ya bilindtirîn dezgeha dadwerî ya Brîtanyayê ye, vê hefteyê dest bi rûniştina xwe ya yekem dike.

Dadgeh wê biryarê bide ka referanduma serxwebûnê li Skotlandê bê kirin yan na.

Sturgeon ragihand, eger dadgeh ji bo parlamentoya Skotlandê biryarê bide, wê referandûma serxwebûnê di 19’ê Cotmeha 2023’an de bê kirin.

Back to top button