Putin: Eger bend bêne rakirin wê 50 mîlyon ton genim derxînin

Serokê Rûsyayê Putin ji bo hinardekirina genimê Ukrayna bo welatên din, şertê xwe careke din eşkere kir.
Putin got,Eger bendên li ser şandina genimê wan bo cîhanê were rakirin, ew ê heta dawiya salê 50 mîlyon ton genim derxînin derve.

Vladimir Putin piştî lûtkeya lîderan a sê alî y li Îranê pêk hat, daxuyanî da rojnamevanên Rûs.

Putin li ser hûrgiliyên danûstandina xwe ya bi Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ya li ser genim, diyar kir ku wan bi Erdogan re ji bo lihevkirina ser derxistina genimê Ukraynayê gelek tişt kirine.

Serokê Rûsya bal kişand ser vê yekê ku di destpêkê de ev mijar xistine pakêtê û got,

“Em ê di hinardekirina dexlên Ukraynayê de bibin alîkar, lê em ji vê yekê dest pê dikin ku wê hemî qedexeyên li ser peydakirina dexlên Rûsyayê werin rakirin.

Em binêrin ji vê yekê wê çi derdikeve.”

Putin, bi bîr xist ku Amerîka qedexeyên li ser zibilên rûsî rakiriye û got,

“Eger ji dil dixwazin rewşê baştir bikin, hêvîdarim ku di îxracata genim a Rûsyayê de jî heman tişt bibe.

Em niha amade ne.

Potansiyela hinardekirina me 30 mîlyon ton genim e.

Dawiya vê salê dê bibe 50 milyon ton.”

Back to top button