Wezîra hêzên çekdar a Fransayê: me parastina 160 leşkerên xwe yên li Iraqê xurt kir

Berpirsên hikûmeta Fransayê diyar kirin ku ti planên Fransayê yên kêmkirina hejmara leşkerên xwe li Iraqê nînin.

Li aliyeke din jî Almanya û Kanada ragihandin ku beşek ji hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.

Çavkaniyek di hikûmeta Fransayê de ji ajansa Reutrsê re diyar kir ku niha planên Fransayê yên kêmkirina hejmara leşkerên xwe li Iraqê nînin.

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Barley jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand “Ji ber rûdanên li Iraqê Fransa parastina 160 leşkerên xwe yên li Iraqê xurt kir.”

Florence Barley destnîşna kir ku heta niha Fransa girîngiyê dide şerê li dijî DAIŞ’ê ku hewl didin ji nû ve têkevin herêmê.

Girêdayî mijarê AFP’ê li ser zimanê rayedarekî di NATO’yê de got: “NAOT’ê difikire hejmarek hêzên xwe bi awayekî demkî ji Iraqê vekişîne.”

SEROKÊ DESTEYA ERKANÊ YÊ KANADAYÊ:
HÊZÊN ME WÊ JI IRAQÊ BI AWAYEKÎ DEMKÎ LI KUWÊTÊ WERIN VEGUHESTIN

Her wiha Serokê Desteya Erkanê ya Hêzên Parastinê yê Kanadayê destnîşan kir ku 500 leşkerên kanadî yên ku li Iraqê ji ber sedemên ewlehiyê wê bi awayekî demkî li Kuwêtê werin veguhestin.

Almanya jî ragihandibû ku ew biryara vekişîna beşek ji hêzên xwe ji Iraqê girtiye.

Leave a Reply

Back to top button