Selahedîn Demîrtaş: Em ê vî welatî bi rê ve bibin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, di roja despêkê ya danişîna doza xwe ya sereke de got:

Em ê bi hêzeke xurt a demokrasiyê û bi dengekî mezin werin û vî welatî bi rê ve bibin.

Îro danişîna despêkê ya doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Dadgeha Cezayê Giran a 19’an a Enqereyê pêk hat.

Danişîn li eywana Girtîgeha Sîncanê birêve çû.

Demîrtaş jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya dîmen tevîli danişînê bû.

Demîrtaş di parastina xwe de got:

“Niha hatina me ya gel hev li salona dozê ne bi armanca darizandinê ye.

Ev yek ji xebatên ji bo pêkanîna armancên siyasî yên desthialtdariya AKP’ê ye.

Ez û hevalên xwe em ê vî welatî bi rê ve bibin.

Ne muebetek hûn hezar muebetî jî li min bibirin, hûn ê nikaribin pêşî li min bigirin.

Wê danişîna doza Selahattîn Demîrtaş sibê saet di 10:00’an de ji cihê mayî bidome.

Her wiha di rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de jî bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 1740 lireyê tirkiye cezayê pere lê hat birîn.

Leave a Reply

Back to top button