Nûnerên Zerdeştiyan: Divê civaka Êzidî xwe bi xwe biparêze

Zerdeştiyên Silêmaniyê diyarkirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê berpirsên êrişên li ser Şengalê ne.

Kesayetê ola zerdeştiyan Arsewan Qadirok têkildarî êrişên li ser Şengalê balkişand li ser rola hikûmeta Iraqê û got:

“Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir hikûmeta Başûr û ya Iraqê birayên Êzidî neparast û karesetek giran rû da.

Niha Tirkiye êrişên xwe yên bi riya balafirên bêmirov li ser Şengalê didomîne. Ji bo karasat dubare nebe divê hikûmeta Iraqê jêre çareseriyekê bibîne”

Arsewan Qadirok balkişand li ser çaresriyê jî û ev pêşniyar kir:

“Divê qada ezmanî ji balafirên Tirkiyê re bê qedexekirin”

“Hikûmeta başûr û ya Iraqê nikarin Êzidyan biparêze. Niha Êzidî hêza wan a parastinê heye xwe bi xwe diparêzin.

Divê herdu alî jî piştgiriya êzidiyan bikin.”

Nûnerek din ê Zerdeştiyan Mihemed Hesen jî got:

“Em piştgiriya wan hêzên ku niha li Şengelê ne dikin.

Em daxwazê dikin ku ti peymanek derve li ser Şengalê neyê ferz kirin û pêkanîn.”

Nûnerên Zerdeştiyan di dawî de daxwaz kirin ku li dijî êrişên li ser şengalê pergala dijî firînê bikeve meryetê.

Back to top button