Li Minbicê mazot li xelkê tê belavkirin

Rêveberiya Sotemeniyê ya Minbicê mazot li şêniyên gundên bajêr belav kir û li navenda bajêr jî belavkirinê didomîne.

Ji bo krîza sotemeniyê ya par îsal jî dubare nebe, Rêveberiya Sotemeniyê ya Minbicê zû dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Rêveberiyê ji nîvê meha Hezîrana borî ve dest bi belavkirina mazotê kir û hewl dide di demeke nêz de mazotê bighîne her kesî.

Rêveberiya Sotemeniyan a Minbicê 400 hezar lître mazot ji bo 130 hezar malbatên li bajêr û gundên wê veqetandiye.

Der barê miqdara ku hatiye belavkirin de, hevserokê Rêveberiyê Yûsif Îsmaîl ev tişt anî ziman:

“Heta niha 96 hezar malbatî mazot wergirtiye. Tenê 30 malbatÎ wernegirtine.”

Tê payîn destpêka sala bê wê belavkirina li tevahî gund û bajar bi dawî bibe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser para her malbatekê ya mazotê 300 lître diyar kiribû.

 

Back to top button