Artêşa Tirk a dagirker careke din herêm topbaran kirin û vê carê jî Til Rifet bû armanc.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê topbaran kir.
Doh jî heman artêşê gundên Xerabîsan û Koran ên rojhilatê Kobanê bi 12 guleyan topbaran kir.
Ev êriş rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên, tevî vê jî her kesî xwe li hember van topbaranan bêdeng kirine.