Mistefa Şêx Muslim: Wê çalakiyên me encax cîhanê li dijî tecrîdê bixe tevgerê

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim diyar kir li Tirkiyê tevî mafê hêviyê gelek mafên din jî tên paşguhkirin.

Mistefa Şêx diyar kir ku rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ragirtî ye û ji mafên herî biçûk jî bê par hatiye hiştin.

Muslim bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî biryarên ku li dijî rêber Ocalan û got:

“Durûtiya ku civaka navneteweyî dide diyarkirin ku ew di rêza yekem de ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe dualî ye.

Çavê xwe li binpêkirinên Tirkiyê yên li girtîgehan, di serî de girtîgeha Îmraliyê digire..”

Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku qanûnên navneteweyî tenê li ser kaxezan in ..

Şêx Muslim dawiya gotina xwe ev yek anî ziman :

“Rêya herî gucaw a ku Rêber Abdullah Ocalan bikare mafê hêviyê bi dest bixe ew e ku gelên herêmê dakevin qadan..

Çalakiyan li dar bixin da ku wijdanê cîhanî şiyar bikin..”

Back to top button