Nûçegihanê Rojnewsê Botan Germiyanî û Birwa Esed hatin binçavkirin

Li Başûrê Kurdistanê zexta li ser rojnamevanên muxalîf zêdetir bûye.

Polîsên Silêmaniyê nûçegihanê ajansa Rojnewsê Botan Germiyanî, Birwa Esed û kameramanê şîrketa Chetr’ê Mihemed Ezîz ku dema merasîma bîranînê ya şehîd Şûkrî Serhed dişopandin binçavkirin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku asayîşa Silêmaniyê doh berbiêvarê li taxa Çarçira ya Silêmaniyê nûçegihanê wan dema merasîma şehîd Şukru serhed dişopandin bêyî ti sedemek were nîşandan ji aliyê asayîşê ve hatine binçavkirin.

Ajansê diyar kir ku asayîşê dest daniye li ser kamerayên wan.

Rojnewsê bibîrxist ku dema xwepêşandanê Silêmaniyê de jî dû nûçegihanê wan hatibûn binçavkirin asayîşê dest danîbûn ser amûrên wan yên kar û telefonên wan yên şexsî, Hetta niha jî asayişa Silêmaniyê kamera û amûrên wan yên kar nedaye!

Back to top button