Çalakiya dayîk û malbatên şehîdaan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistne di roja 9’emîn de dewam dike.
Îro jî bi sedan welatî, li derî bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên geîlayan radest bike û dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.
Her wiha bang li gelê başûr jî hate kirin ku li ber kiryar û siyasetên PDK’ê rabin.
Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê û hêzên parastina civakî HPC’ê li qada çalakiyê kom bûn.
Di çalakiya îro de caeke din PDK hat şermezar kirin û hat xwestin ku PDK êdî nokeriya dagirkeriya Tirk neke.
Têkildarî mijarê endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Hediye Ebdulah axivî û got:
“PDK’ê ji destpêka damezrandina xwe ve, rêya tesfiyekirina tevgerên Kurd, kuştin û revandina kesayet û şoreşgerên Kurd esas girtiye.
Hediye bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyaset û pilanên PDK’ê serî hildin.