Kongra Star şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bibîranî

Kongra Star, Sekeretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bibîranîn.
Li Reqa û Minbicê jî Şehîd Hevrîn Xelef bi çalakiyan hate bibîranîn.
Bang li civata navneteweyî hate kirin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Di dema êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya dagirkirina Serêkaniyê de, 13’ê Cotmehê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê a Pêşerojê û Yadê Eqîde şehîd bûn.

Şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde di salvegera şehadeta wan a 4′an de bi daxuyanî û çalakiyan hatin bi bîr anîn.

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta Hevrîn Xelef û yadê Aqîde daxuyanî da û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazên hovane û çekên qedexekirî êrişên qirkirinê pêk tîne

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û guhertina demografiyê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziyê, sûcên şer in.”

Kongra Star sûcê hovane yê li dijî Hevrîn Xelef û hedefgirtina sivîlan şermezar kir û bang li rêxistin û tevgerên jinan ên navnetewî kir ku li dijî qirkirin û êrişên li ser herêmê têkoşîna xwe bilind bikin.

Jinên Tebqayê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi merasîmekî Hevrîn Xelef bi bîranîn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî axivî û got:

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Hevrîn Xelef sûcekî hovane pêk anîn. Lê civata navnetewî heta niha jî li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk bê deng e.

Huda El Elî bang li civata navnetewî û NY kir ku li dijî êriş û sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Jinên Minbicê: Em ê armancên Hevrîn Xelef pêk bînin

Bi hemana armancê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî bi civînekê Hevrîn Xelef bibîranîn.

Di civînê de kesên ku axivîn qala kesayeta têkoşer ya Şehîd Hevrîn Xelef kirin.

Hate diyar kirin ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan rêya wan bişopînin.

Şehîd Hevrîn Xelef Reqayê hat bi bîr anîn

Her wiha li Reqayê jî partiya Sûriya Pêşerojê çalakiyeke bîranînê lidarxistin.

Komsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiyên Olî Nadine Menza û dayîka Hevrîn Xelef Suad Hisên jî bîranînê bûn.

Back to top button