Wek her roj dewleta Tirk duh jî êrişî herêmê kir .
Vê carê gundên Şera ,Şêrawa topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev gundên Tinib û Keştar ên navçeya Şera topbaran kirin.
Derdora 50 top li herêma hedefgirtî ketine.
Beriya wê jî navçeya Ehres a kantona Şehbayê topbaran kir.
Her wiha gundên Meyasê û Bircqas ên navçeya Şêrawa hatin armancgirtin .
Zirarên topbarana dagirkeriyê li ser gundê Bênê hat belgekirin
Heman dagirkerî duh danê sibehê sibê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Di encama topbarana gundê Bênê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan.
Zirarên ku gihaştina mal û milkên welatiyan bi wêne û dîmen hatin belge kirin.