Li navçeya Kelar a Germiyanê bi şahiyek Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de hat gotin:
“Ruhê pêngava 15’ê Tebaxê îro li Çiyayên Zapê, Avaşîn û Metînayê zindî dibe.”
Cejna Vejînê ji aliyê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve şahiyek hat lidarxistin.
Di destpêka şahiyê de li ser navê Ciwanên Welatparêz Harun Germiyanî axivî.
Germiyanî 15’ê Tebaxê li şehîdên şoreşê û Rêber Ocalan pîrozkir û got:
“Di 15’ê Tebaxê de yekem fîşeka serfiraziya gelê me hat teqandin.
Ruhê 15’ê Tebaxê îro li çiyayên Zap, Avaşîn û Metînayê zindî dibe.”
Piştî peyam û axaftinan koma Şehîd Serdeşt derket ser dikê bi sitran û muzîkên şoreşgerî coş da şahiyê.