Xelên Kobanê, Dêrik û Amûdê dijî êrişan daketin qadan

Şêniyên bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmê, daketin qadan û meşek lidar xistin.
Bi sedan îro şêniyên Kobanê beşdarî meşê li dijî êrîşan bûn, meşê ji qada jina azad despêkir û heta qada Şehîd Egîd bi dawî bû.
Di bidawîkirina meşê de, Hevserokê encûmena cibcîkar a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got ku “Hêz û vîna gelê me ji êrîşên dewleta tirk a dagirker mezintire”.

Back to top button