YPJ: Em ê bi hemû hêza xwe destketiyên şoreşa xwe biparêzin

Navenda Ragihanda YPJ’ê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
YPJ’ê diyar kir ku ew ê bi hemî hêza xwe xaka xwe ya pîroz biparêzin.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta çalakiya ku li Enqerê hate kirin, êrişî binesaziya herêmê dike.

Lê dewleta qirker ji roja destpêka şoreşê heta îro bi awayekî domdar êrişî herêmên me dike.

Êrişbi armanca xirabkirina aramiya herêmê tênê kirin.

E em ê bi tu awayî van êrişên li ser gelê xwe qebûl nekin û em ê bersiva van êrişan bidin.

Qada ezmanî ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye vekirin, ev êriş bi êrê kirina wan pêk tên.”

YPJ’ê di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku her bihosta xaka welat a bi xwîna zarokên wan hatiye rizgarkirin biparêzin û li dijî van êrişan bi girseyî dakevin qadan.

YPJ’ê eşkere kir ku ewê bi hemî hêza xwe destketiyên şoreşa xwe biparêzin û wê êriş encamê negirin.

Piştî gefên Hakan Fîdan, êrişên dagirkeriyê destpêkirin

Back to top button