QSD: Hêzên me û êlên herêmê li ser pêkanîna ewlekariyê li hev kir

Fermandariya QSD’ê ragihand ku bi armanca nirxandina rewşa Dêrezorê wan bi beşdariya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka, fermandarê Opersyonan a Koalîsyonê, bi eşirên herêmê re civîyane.

Têkildarî civînê Navenda ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe daxuyaniyek da û wiha got:

Hêzên Sûriyaya Demokratîk û eşîrên herêmê beriya niha jî di civînên berê hatin lidarxistin de giringiya xurtkirina ewlehî û aramiyê destnîşan kirin.

Fermandarê hêzên me û serokeşîrên herêmê yên demên berê rola wan a erênî di hevgirtin û piştgiriya ji bo avakirina herêmê de hebûn beşdarî civînê bûn.

Em tekezî li wê yekê dikin ku kesê bi navê Ibrehîm El-Hifir ew serê fitneyê bû û rola wê di rijandina xwîne şervanê me, gel me û koçberkirina sivîlan de hebû

Di heman demê de bi fermana aliyên derve serkêşiya fitne û tevliheviyê kir, ji ber wê êdî ji aliyê hêzên me girtina wê tê xwestin.

Back to top button