Li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re sotemenî peyda nabe

Li herêmên hikumeta Şamê bi hatine zivistanê re barê xelkê girantir bû.
Li herêmên hikumetê sotemenî peyda nabe.
Xelk ji neçarî berê xwe didin park û daristanan û daran weke êzing bikar tînin.
Bi vê yekê zirarê mezin didin çandî û hawîrdorê.

Tevî hikumeta Şamê hîna jî hebûna xwe ya li ser deshilatê weke serketinekê dibîne, lê li herêmên kontrol dike rewşa civakê zehmet e.

Hikumet zehmetî û aloziyên jiyanî û aborî ku êdî ji ber wê tengav in, paşguh dike.

Ev alozî, bi tunebûna hêdî ya piraniya madeyên bingehîn re mîna sotemenî, elektirîk û gazê re, zêdetir bûn.

Lê bi bênirxbûna nirxê leyreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî zehemtî girantir bûn.

Bi vê yekê re pêdiviyên xwarin, derman û sotemenî buha bûn.

Li gorî çalakvan û çavdêran, hikumet van madeyan wek wesîleyekê ji bo ku pere bi dest bixin, bi kar tînin.

Hikumeta “komkirina bacan”

Gelek wê bi “komkirina bacan” bi nav dikin.

Hikumeta ku madeyan ji bazaran qut dike, piştre bihayê wê zêde dike û di sûka reş de, difiroşe.

Karmendên hikumeta Şamê herî zêde mehane 250 hezar lîre mûçe werdigirin.

Bi hatina zivistanê re, zehmetiyên şêniyên wan herêman zêde bûn.

Li herêmên hikumeta Şamê hewildanên xwe germkirinê

Ji bo ku xwe germ bikin, daran qut dikin ji ber ku mazot peyda nabe.

Bazirgan ji çend salên dawîn ve, daran li parkan û daristanan qut dikin, bi taybet li beravên Sûriyeyê.

Li gorî çalakvanan, alîgirên hikumeta Şamê, destê xwe danîne ser bazirganiya êzingan jî.

Bazirgan êzingan difiroşin şêniyên ku nikarin sotemeniyê bi dest bixin.

Ji ber wê ew jî bihabûn û her tonek êzing gihaşt Milyonek leyreyên Sûrî.

Rewşa Kehrebeyê jî nebaş e.

Li herêmên hikumetê di rojê de, 20 seatan kehrebe tune ye.

Back to top button