Berpirsê Komîteya Balîsan ê YNK’ê Serdar Şêx Wesanî li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dibêje;
“Tirkiye ji bo dagirkeriyê hinccetên cûda nîşan dide, lê di rastiyê de ew dijminê netewa Kurd e.”
Şêx Wesanî destnîşan kir piştî dawîanîna dewleta Osmanî û şerê cîhanê yê yekem, ti welatek weke Tirkiyê dijminatiya Kurdan nekiriye û got:
Tirkiye ji bo dagirkeriyê hincetên cûda nîşan dide.
Lê di rastiyê de ew dijminê hemû kurdan e û PKK’ê ji xwe re dike hincet. ”
Wesanî tekez kir ger Kurd bûn yek, wê destkeftiyên mezin bi dest bixin û hegre xiyanet çêbibe ew ê parçe û bi bin bikevin.