Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê hişyarî da; eger êriş li ser herêmê were kirin wê encamên xerab jê derkevin.
Heva Sor bang li civata navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku qada hawayî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.
Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê gef, êrişên dewleta Trik û rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li navenda giştî ya Heyva Sor a li Qamişlo hat dayîn.
Heyva Sor di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got;
”Eger êriş li ser herêmê were kirin wê encamên xerab jê derkevin.”
Heva Sor bang li civata navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku qada hawayî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.
Hevserokê Heyva Sor a Bakur û Rojhilatê Sûrî R. Hesen Edbî der barê rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de, dibêje;
” Heta astekê amadekariya me di warê tendurstiyê de hene, lê bi awayekî lezgîn pêdiviya me di hin aliyan de heye.”