Bi rasthatina salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê re, dewleta Tirk asta gef û êrişên xwe yên li ser hrêmê zêde dike.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand wan hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê têk bir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê der barê vê êrişê de ev agahî bi parve kirin:
“Şervanên meclisa leşkerî bersiva hewldana komeke çete yên girêdayî dewleta Tirk a ketina gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê da.
Piştî şerekî demkurt û di encama berxwedana şervanan de, hewldana çeteyan hat têkbirin.”
Navendê da zanîn ku ger hûrgiliyên din bi dest ketin wê parve bikin.
Du derengiya şevê jî dewleta Tirk gundê Herbil ê navçeya Herbil ê navçeya Şehba ya Kantona Efrînê topbaran kir.