Erdogan û ekîba wî ya fermana qirkirina Kurdan dane li Umreyê bûn

Serokê rêjima Tirk Erdogan ku rojane qîlên xwe yên faşîst nîşanî Kurdan dide û hemû rojeva wî kuştina Kurdan e, du roj in li Erebistana Siûdî ye. Erdoganê ku berî serdana xwe ya Erebistana Siûdî li ser kuştina Kurdan pesnê xwe da, çû bajarê Mekkê jî. Herkes vê mereq dikin: “Di serdana xwe a Umreyê de Erdoganê kujer û ekîba xwe wê çawa karibin sûc û gunehên kirine ji holê rakin.”

Serokkomarê Tirk Erdogan roja Çarşemê di bin navê xwarina fitarê de li gel nûnerên saziyên sivîl ên girêdayî dewletê kom bû.

Her çendî însan di meha Remezanê de hêvî û bendewariya aştî, aramî, wekhevî û parastina jiyana mirovan bike jî lê ya Erdogan cûda bû.

Di van rojên pîroz de jî yekane derdê Erdogan ew bû ku ew ê çawa hê zêdetir karibe Kurdan bikuje.

Bi êrişa li dijî xaka Başûrê Kurdistanê mizgîniyeke wiha da alîgirên xwe:

Me 60 kes li Zapê kuştine.

Û piştî van gotinan bi 2 rojan tevî ekîba xwe a kujer çû Erebîstana Sûdî û Umre kir.

Li gorî rêûresmên Îslamiyetê, her çendî Umre ne ferz be jî lê bicihanîna erka wê weke rêya xelasiya ji guneh û sûcan tê naskirin.

wêne Erdogan Umre Serdar Hawuz

Yanî bi serdana deverên pîroz ên Mekeyê, bi tewafa li dora Kabeyê û ziyareta Mizgefta Şerîf mirov hiş û bedena xwe ji tiştên xerab pak dikin.

Erdogan û kesên pê re ku hê beriya 2 rojan sonda kuştin û qirkirina Kurdan xwaribûn, di serdana xwe a Umreyê de wê çawa karibin gunehên kirine ji holê rakin.

Lewma dema em li dîroka Erdogan û ekîba wî ya heyî temaşe dikin tenê dijminahiya wan li hemberî gelê Kurd û azadîxwazan tê bîra mirovan.

Erdogan,

Serokomarê Tirk, di tevahiya salên desthilatdariya wî ji bilî kuştin, êşkence, girtin, û dagirkeriyê tiştek din ne bû para Kurdan.

Hakan Fîdan,

Serokê MÎT’ê, pêşenga jina Kurd Sakîne Cansiz û bi dehan siyasetvanên din bi fermana wî hatin kuştin.

Suleyman Soylu,

Ji roja ku bûye Wezîrê Karê Hundir êrişên li dijî gelê Kurd û îradeya wî ya siyasî qat bi qat zêdetir bûne.

Hulûsî Akar,

Her çendî erka wî Wezîrê Parastinê be jî lê ew ji aliyê gelê Kurd ve weke wezîrê şer tê binav kir.

Lewma li kîjan devera Kurdistan êrişeke qirkirin û dagirkeriyê hebe, Akar weke organîzator û pêşengê wê tê dîtin.

Back to top button