Li Azerbeycanê şewat, piştî 15 saetan şewata hat vemirandin

Li paytexta Azerbeycan Baku ji ber şewata li parka pîşesaziyê kêliyên metirsîdar derketin. Piştî 15 saetan bi destwerdana tîmên agirkujiyê re, şewat hate vemirandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Rewşa Awarte ve hat dayîn de hat ragihandin ku şewata ku duh êvarî li parka pîşesazî ya yek ji mezintirîn şîrketên xurekan ên welêt derket, îro saetên siharê hatiye vemirandin.

Hat diyarkirin ku di encama şewatê de qadeke hilberîn û depoyê ya bi qasî 5 hezar metrekare nikare bê bikaranîn.

Rêveberan diyar kirin ku di şewatê de ti ziyanên canî çênebû.

Hat hînbûn li herêma ku nayê bikaranîn kargeha qutiyên plastîk û tankên petrolê hene.

Ji aliyê din ve Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Back to top button